Break newsNûçeslide

Wezareta Pêşmerge: hêza PKKê berpirsyar e di ber jiyana Pêşmergeyê Siwêdî de

Yekîtî Media 28/3/2017

li ser revandina Pêşmergeyekî bi regezê Siwêdî bi navê “Tony Ekman” ji aliyê PKKê ve, Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand ”Em dilgiraniya xwe li hember wî karî didin xuyakirin û hêza PKKê berpirsyar di ber jiyana wî Pêşmergeyî de dibînin.”

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye: ”Pêşmergê xwebexş (Tony Ekman) li ser sînorê Şingal ji aliyê hêza PKKê ve hate revandin û ta niha li gel wê hêzê desteserkirî ye, Navbûrî li ser sînorê Kerkûk û piştre li ser sînorê Şingal mil bi milê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê di sengeran de bû.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button