Break newsNûçeslide

Artêşa Rêjîma Sûrî bajarê Babê dorpêç dike

Yekîtî Media 6/2/2017

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, piştî pêşveçûnên artêşa Sûriyê û çekdarên mîlîşyaya Hizbulaha Libnanî li başûrê Babê, ku riya sereke ya di navbera Bab û parêzgeha Reqayê kontrol kirin. Çekdarên DAIŞê bi temamî ji aliyê artêşa Sûriyê û çekdarên Mertala Feratê bi piştevaniya Tirkiyê, ketin dorpêçê.

Ji 3 hefteyan ve, artêşa Sûriyê biqasî 5 k.m ji aliyê başûr ve ber bi Babê ve bipêş ketiye. Artêşa Sûriyê hewl dide rê li pêş artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê bigire û bixwe derbasî Babê bibe.

Bajarê Bab ji sala 2014an ve di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye. Artêşa Sûriyê jî roja 29 Çileya borî karî 3 gundan li başûrê devera Babê wek gundê Şêx Den, Eyn Cehiş û Birêc ji çekdarên DAIŞê bistîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button