Break newsNûçeslide

Zilmay Xelîlzad: Kurd bo rûbirûbûna artêşa Pasdarên Îranê, pêwîstiya wan bi Amerîka heye

Yekîtî Media 16/10/2017

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad ragihand, “Niha pêwîstiya Kurd bi Amerîka heye, ji bo wan ji milîşyayên Şîe yên ser bi Îranê ve biparêze.”

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê li Twittera xwe nivîsiye: “Mîlîşyayên ser bi artêşa Pasdarên Îranê bi serokatiya Ebû Mehdî Mohendis ê terorist êrîşî ser hêzên Pêşmerge li Kerkûkê kirine.”

Herwiha nivîsiye: “Pêwîstiya Kurd bi alîkariya me heye, ji bo rûbirûbûna artêşa Pasdarên Îranê bibin.”

Zilmay Xelîlzad dibêje: “Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi tankên Abrams yên ji artêşa Amerîka wergirtine, êrîşî sengerên Pêşmerge kirine.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button