Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Zarîf: Ji bo li hevkirinê Êran û 5+1 çi ji wan bê dê bikin

Wezîrê karê derve ê Êranê Mihemed Cewad Zarîf ragihand ku dê welatê wî û koma 5+1ji bo lihevkirinek giştî li ser pirsa atomiya Êran bête lidarxistin çi wan bê dê bikin.

Piştî danûstandinên koma 5+1 û Êranê bidawî bûn û aliyan li hevkir ku danûstandin berdam bine, di kongireyek rojnamevanî de li paytexta Nemsa Viyêna wezîrê karê derve ya Êranê Zarîf got: Em dixwazin di demek herî kurt de danûstandin bidawî bibin, ne ji berjewendiya ti aliyekî ye di danûstandin de gîrûkirinê bike, dibe ku pirsgirêkên teknîkî demê bixwin , lê biryara saiysî demek bêtir naxwazê.

Zarîf her wiha got ku: Êranê ji aliyê xwe ve nermbûneke mezin di danûstandinan de nîşan da û divê li berember koma 5+1 jî nermbûnê nîşan bide.

Zarîf wekî din da xuya kirin ku astengiya herî mezin li pêşberî danûstandinan ew nebûne baweriyê di navbera aliyan de.

Her wiha hevrêza koma 5+1 Katrên AştonZarîf û bi beyannameyek hevpar tekez li ser wê yekê kirin ku dema danûstandinên dawî derbarê bernama atomî ya Tahranê bo manga Hezîrana bê hate paşvexistin.

PUKmedia / Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button