Break newsNûçeslide

YPG : Me ti çek û otombîlên leşkerî ji Amerîka wernegirtine

Yekîtî Media 1/2/2017

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl li ser rûpela xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir, di dema dawî de hin nûçe hatin belavkirin, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê çek, otombîlên leşkerî barhilgirên leşkeran radestî YPGê kirine.

Xelîl aşkere dike ku, ew wek YPGê wan nûçeyan red dikin ku wan ti cure çek û otombîlên leşkerî di şerê li dijî DAIŞê de wernegirtine.

Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihandibû, di çarçova şerê li dijî DAIŞê, wan çek dane endamên Ereb yên di nava Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD).

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button