Break newsNûçeslide

YPG navendên perwerdekirinê ji Efrînê vediguhêze Helebê

Yekîtî Media 5/6/2017

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baskê leşkerî yê PYD baregehên xwe yên ji bo perwerdekirina leşkerî ji Efrînê veguhestin Helebê.

Navenda Demokrasiyê a Mafên Mirovan li Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn, YPGê navendên xwe yên perwerdekirina leşkerî ji Efrînê veguhestine bajarê Helebê û tenê navendên tomarkirin û komkirina xortan bo leşkeriyê li Efrînê hiştine.

Li gor wê Navenda Demokrasiyê, YPGê dema şervanan ji Efrînê vediguhêze Helebê, di navçeyên di bin destê rêjîma Sûriyê re derbas dibin.

Li gor zanyariyên wê navendê, yekem xula ku ji Efînê bo Helebê hatiye veguhestin jî, roja Pêncşema bûrî 1 Gulanê bû. Herwiha dema perwerdeya wan dê 45 roj bin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button