Break newsNûçeslide

YPG: Li Kobanî di nav 24 saetên borî de 85 çekdar hatine kuştin

Kobanî  – Li Kobanî şer û pevçûn derbasî roja 45emîn bû. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di heyama 24 saetên borî de 86 çekdarên DAIŞê li Kobanî hatine kuştin.

Li Kobanî şer û pevçûn di navbera YPG û DAIŞê de didome. Li gorî agahiyên peyamnêrên Rûdawê, çekdarên DAIŞê piştî ku hêzên Pêşmerge derbasî nav Kobanî bûn êrişên xwe li rojhilat û başûrê Kobanî zêde kirine.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihandin ku balafirên şer jî di şer de alîkariya şervanên YPGê dikin û nahêlin çekdarên DAIŞê nêzîkî deriyê sînorî yê Murşidpinarê bibin.

Ji aliyekî din, YPGê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 86 çekdaêrn DAIŞê hatine kuştin û 16 şervanên wan şehîd bûne.

Li gorî YPGê, DAIŞ çekdarên xwe yên li Reqqa, Munbic û Cerablusê li Kobanî dicivîne û bi tundî êriş dike.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button