Break newsNûçeslide

YNKS kongirekî rojnamevanî derbarî destpêşxeriya xwe lidarxist

Yekîtî Media
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, sibeha îro şemê, li bajarê Qamişlo kongirekî rojnamevanî derbarî destpêşxeriya xwe di navbera ENKSê û TEV-DEMê de lidarxist û li ser gavên ku avêtine axivîn.
Seroka YNKSê Wezna Hamid amajekir, ku çend xalên destpêşxeriya wan hene , yek ji wan azadkirina girtiyên siyasî ne ku Rêveberiya Xweser 6 girtiyên siyasî serbest berdan, û ew dê berdewam bin jibo pêkanîna hemû xalên destpêşxeriya xwe , ku yek ji wan xalan vekirina nivîsgehên ENKSê ne û rawestandina şer ragihandinî.
Cîgirê serokê YNKSê Luqman Yûsif di bersiva pirsa nûçegihanê Yekîtî Media de got, ku danûstandin di orta ENKSê û TEV-DEMê de wê destpê bike bêyî vegera li rêkeftinên berê yê ku hatibûn imzekirin di navbera herdû aliyan de ( Hewlêr 1û 2, Dihok ).

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button