Break newsGotarslide

Yekemîn partîya legal a Kurd, Partîya Radîkal a Gel

Seîd Veroj

Piştî Şerê Yekemîn û îmzekirina Peymana Mondrosê, seha sîyasetê geş û gurr dibe, kurd jî di vê sehayê de rasterast bi rêxistinên xwe cî digrin. Lêbelê xwe ji zemîna sîyaseta giştî ya wê demê jî dûr naxin û têkilîyên xwe bi grubên mixalîf ên din re jî qut nakin. Di vê çarçoveyê de gelek kadroyên sîyasî yên kurd, hem di nav rêxistinên kurdan û hem jî yên mixalîfan de cî girtine yan jî hevkarî û têkilîyên xwe bi awayekî din berdewam kirine.

Ji alîyê dîroka damezirandinê ve partîya ku pêşîyê tê avakirin Firkaya Radîkal Avam [Partîya Radîka la Gel] e. Partîya Radîkal a Gel, di roja 22 Teşrîna Ewel a 1334ê [22yê Kewçêra 1918] de hatîye damezirandin û serokê wê jî Mewlanzade Rifat e. Yanî yekemîn partîya legal a kurd, berîya 98 sala hate damezirandin. Li gorî agahdarî û nivîsandina Tarik Zafer Tunaya, di nav lîsteya damezirêner û rêvebirên wê de navê van şexsîyetan derbas dibe: “Mevlanzade Rifat Beg (reîs), Emîn Alî Beg (ji Mifetîşîya Malîyeya Edirneyê teqawît e), Mazlûm Beg (rojnamevan), Mehmed Faîk Beg (ticar), Ragip Beg (xwedîyê rojnameya Mudafaa), Babanzade Azîz Beg.[1]

Di beyannameya partîyê de dibêje:

“Em bi xwe, terefdarê guhartina hemû usûl û mewzûata hazir in. Ev jî, di destpêkê de ancax bi qebûlkirina projeya teşkîlateke medenî, hevdem û muntezem mimkun dibe. Heta ku em îndeksa (fihrîsta) teşkîlateke wisa bingehîn, berfireh, medenî û hevdem dernexin meydanê û hîmên wê dirust nekin, ji alîyê îdarî û hukmî ve nekevin li ser rêyeke medenî û hevdem; dev ji zîhniyeta xwe ya nexweş, zerardar û kevneşopî bernedin, bêguman em nikarin doza mafê dîyarkirina dahatûya xwe bi meqamên Awrupayî bidin guhdarkirin.”[2]

Ji tarîxa damezirandina partîyê dîyar dibe ku ev partî heman demî yekemîn partîya piştî Mutarekeyê ye, yên ku pêşîyê derketina meydana sîyasetê, yek ji wan jî M. Rifat e. Dibêje: “Min bi navê Radikal Avam, partîyeke sîyasî damezirand û li ser navê partîyê jî di 26ê Çirîya Pêşîn a 1918an de dest bi neşirkirina rojnameya İnkılab-ı Beşer [Soreşa Beşer] kir”[3] Di nav rûpelên vê rojnameyê de bi hemû hêz û karînê, ev xusûsîyet hatine parastin:

“Divê meqamê Şêxulîslamî ji mueseseya dewletê bête derxistin û wek mueseseyeke xeyrî resmî ya Îslamî bête îdarekirin; îdareya weqfan dewrê cemaatan bibe; ji bo jinan mafê hilbijartinê bête qebûlkirin; medrese bêne guherîn û bibin mekteb, îdareya wan jî bi tevlî weqf û dahatûyan ve dewrî Wezareta Maarîfê bibe; herweha divê tekke dewrê şaredarîyê bibin, dahatûya wan û weqfên bi wan ve girêdayî, ji bo avakirina museseyên wekî Sêwîxane û Darulacaze bêne xerckirin.”[4]

Partîya Radîkal a Gel, di beyannameya xwe de parastina pêkhatina reformên hevdem dike û dibêje:

“Ew ên ku bêjin qebîlîyeta me ya pêkanîna reformên hevdem nîne, dixwazin bêjin milletê me ne layiqê azadî û serxwebûnê ye; em esaret û darvekirinê dixwazin. Divê em li hemberê vê şaşîtî û gunehê mezin bêdeng nemînin… Em nikarin dahatûya xwe bi îcraatên demkî û şexsîyetên bêbingeh û sivik ên desthilatdarîyê biparêzin. Em nikarin bi vî awayî millet û dewletê ji vê felaketê rizgar bikin. Ji ber vê yekê, divê Qanûna Esasî ji nû ve bête tenzîmkirin; hilbijartina mebûsan li ser sîstema adedî nîsbî bête duristkirin; usûla îdareya mehelî û qanûna memûran ji nû ve bête tertîbkirin; otorîterîzm û bandora leşkerî bête rakirin; di çarçoveya pêşxistina çandinîyê de zîraet bête îslahkirin; bi teşwîq û rênîşandanê sinayî bête îhyakirin; malîye li gorî zîhnîyeta esra nû bête sazkirin; ji bo pêşxistina perwerdeyê, divê hejmara mekteb û medreseyan bête zêdekirin û yekrêzîya wan bête pêkanîn. Ji bo vê yekê, divê em dev ji îxtiras û adetên kevnare berdin û bi pêkanîna yekîtîya zumre, cemîyet û partîyan qeweteke kêrhatî bînin meydanê.”[5]

Di navbera dema damezirandina Partîya Radîkal a Gel û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de demek pirr kurt heye; Partîya Radîkal a Gel, di roja 22 Teşrîna Ewel a 1334ê [22/10/1918] de hatîye damezirandin û li ser damezirandina Partîya Radîkal a Gel, demeke kin derbas dibe û di 17yê Kanûna Ewel a 1918yê de bi serokatîya Seyîd Abdulqadirê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê jî tête damezirandin. Em hîn bi zelalî nizanin di navbera vê partî û Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) de çi têkilîya organîk hebûye, ew nedîyar e. Mewlanzade Rifat bi xwe dibêje “Ez endamê merkeza umumî ya Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê bûm.”[6]

Damezirênerekî herî girîng ê vê partîyê jî Emîn Alî Bedirxan e. Emîn Alî Bedirxan, di CTKê de jî cîgirê serok ê yekemîn e. Tenê statuya van herdu damezirêneran, ji bo têkilîya CTK û Partîya Radîkala Gel dîyardeyeke berbiçav e. Dîrokzan T. Z. Tunaya di derbarê siyaset û helwesta partîyê de dibêje “Damezirênerê wê Mewlanzade Rifat, mixalîfekî dijwar ê Îtîhad û Terakkî bû û di nav gruba Şerîf Paşa de jî cî girtibû. Ev, di nav sîyaseta wê demê de cephe û cîyê partîyê jî dîyar dike.”[7]

Di heqê teşkîlat û rêxistinbûna vê partîyê de, agahdarîyên berfireh li ber dest nînin. Dîsa nivîskarê navborî di berdewamîya nivîsa xwe de dibêje: “Partîya Radîkal Avamê, li dervayê parlementoyê hatîye damezirandin û di nav rêza damezirêneran de parlementer nîne. Partî tevlî hilbijartinên dewreya 4. a sala 1919yan nebûye. Tenê hatîye ragihandin ku di sala 1919 de, ew û Partîya Demokrat bûne yek.”[8]

Tunaya dibêje ev partî tevlî hilbijartinan nebûye lêbelê sedemê tevlînebûna hilbijartinan dîyar nake. Ji ber ku sîstema hilbijartinê adilane nebûye û li ser hîleyan hatîye rêvebirin, Partîya Radîkal a Gel, tevlî hilbijartinan nebûye. Di beyannameya partîyê de sedemê vê yekê wisa hatîye destnîşankirin: “Bi vê qanûn û usûlê, meclîseke engîzasyonê jî nayê damezirandin. Hate dîtin ku bi dek û hîleyan meclîseke mebûsan a çawa teqdîmî me kirine.”[9]

  1. Tunaya di pirtûka xwe ya navborî de dibêje li gor agahdarîyên hejmara 170. a rojnameya Alemdar, ev partî û Partîya Demokrat bûne yek, lêbelê di pirtûka wî de qet agahdarîyek di heqê Partîya Demokrat de nehatîye dayin. Di çapa nû ya pirtûka wî de jî, ji xeyrî ev kurteagahdarîyan tu agahdarîyek li ser vê partîyê nehatîye dayin.

Dema em CTKê, xebata rêxistinî û têkilîyên serokê partîyê Mewlanzade Rifat, Emîn Alî Bedirxan û hevalên wan ên din bînin ber çavê xwe, dîyar dibe ku bi îhtîmaleke pirr mezin, ev partîya ku bi navê “Partîya Demokrat” hatîye binavkirin, di eslê xwe de “Partîya Demokrat a Kurd” be. Em hebûna partîyeke wisa, ji raportek Komîserîya Bilind a Birîtanyayê fêr dibin ku bi hejmar “FO371/4192”ê, di roja 30ê Îlona 1919yê de hatîye amedekirin. Di raportê de hatîye gotin ku wê tezkereya qiyadeya navkom a Partîya Demokrat a Kurd, ji bo agahdarîya cenabê ekselans bête pêşkêşkirin. Di tezkereya navborî de hatîye gotin: “Ew bi qethîyen pê bawer in ku wê Dewletên Hevpeyman prensîbên Serok Wîlson ji bo neteweya kurd jî tetbîq bikin. Çinku kurd jî mileteke bindest e, ji ber vê yekê rizgarbûn û pêşkevtin, heqê wê ye jî.” “Em ji hikûmeta we ya bi şeref û zadegan îstîrham dikin ku serxwebûna me binase, di rêya medenîyetê de ji neteweya me re rêberî û pêşengîyê bike, li hemberî tevdanên dijminên me yên navxweyî û dervayî berdewamîya serxwebûna me garantî bikin…. 31ê Tebaxa 1919, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurd/ M. Selîm Bekir.”[10] Malmîsanij dibêje “Selîm Bekir” navê Memdûh Selîm Begî ye. Memdûh Selîm Beg û kemal Fewzî damezirênerê Partîya Demokrat a Kurd bûn.[11]

Di çavkanîyên cûr bi cûr de navê “Partîya Demokrat a Kurd (PDK)” û “Partîya Milletê Kurd (PMK)” di şûna hev de têne bikaranîn. Wekî ku li jorê jî hate gotin,“Partîya Radîkal a Gel” a Mewlanzade jî tevlî vê partîyê bûye. Dema em li navên damezirênerên PDK binêrin, dîyar e ku ev partî, ji alîyê gruba Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîyye (CTÎ) ve hatîye danîn. “Partîya Milletê Kurd jî, ji alîyê Necmeddîn Huseynî yê Kerkûkî, Memdûh Selîm, Kemal Fewzî û Babanzade Azîz Beg ve hatibû damezirandin. Partîya Milletê Kurd ji bo pêkanîna armancên neteweyî bi heraret dixebitî û piştgirîya xebatên Cemîyeta Teşkîlatê Îçtîmaîyye dikir.”[12]

Bi tevî ku CTKê di nav xwe de parçe bûbû, lê wisa dîyar dibe ku her du alî jî pirr ji hev dûr neketine û di hin halên pêwîst de îmzeya CTKê tête bikaranîn. Di 24ê Adara 1920an de pîrozbahîyek li ser navê pênc (5) rêxistinên kurd ji bo serokwezîrê Brîtanyayê tête rêkirin û di vê nameyê de ji hikûmeta Brîtanyayî alîkarî tête xwestin. Di bin vê nameyê de navê van rêxistin û şexsîyetan hene: Emîn Alî Bedirxan (cîgirê serokê Cemîyeta Tealîya Kurd), Selîm Bekir (Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurd), Sabrî (serokê Yekîtîya Xwendekarên Kurd), Bakî (serokê Yekîtîya Neşrî Maarîf), Kemal Fewzî (bi navê çapemenîya Kurd).”[13] [1] Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, s. 105. Nivîskar di jêrenota xwe de dibêje ev nav ji daxwaznameya serdana Wezareta Daxîlîyeyê hatine wergirtin.

[2] Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi, Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel a 1918

[3] Mevlanzâde Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, r. 319

[4] J.b., r. 320

[5] Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi, Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel a 1918

[6] Mevlanzâde Rıfat, Türkiye İnkılabının İçyüzü [Rûyê Hundirîn ê Şoreşa Tirkiyê], Pınar Yay. 2. Baskı, 2000/İstanbul, r. 270

[7]Tarık Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, Cild: 2, 4. Baskı, 2010, İstanbul, r. 105

[8] J. b. r. 106

[9]Radikal Avam Fırkası’nın Beyannamesi, Serbestî, no: 176, 16yê Kanûna Ewel 1918

[10] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan [Kurdistan di Belgeyên Îngilizan de] (1918-1958), Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 97

[11] Malmîsanij, Cizîra Botanli Bedirhaniler, weşanên Avesta, çapa: 2., 2000, Îstenbûl, r. 141

[12] Kurdistan Press, no: 51, Aralık/Kuanûna 1988, Sweden, r. 10

[13] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan, Weşanên Doz, 1992, Stenbol, r. 131

Peyama Kurd

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button