Break newsNûçeslide

Yasayên PYD Ne Yasayî Ne Armanc Jê Zêdekirina Guhertina Dîmugrafî Û Nakokî Û Tundiyê  Ye

Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Fûad Elîko, kirdeyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat li Bakurê Sûriyê li herêma cezîrê ya bi hemrengiya netewî, olî û mezhebî dewlemend e pirotsto kirin , ew kirdeyên amanc jê guhertina dîmografî ye di riya biryara PYD derxistiye ya bi navê “Birêvebirin Û Parasrina Mal Û Milkên Koçberan Û Neamadeyan.”
Elîko dibîne ko ev yasa ji bo diziya mal û milkên xelkê derxistine. Destnîşan kir ko ev li dijî piçûktirîn mafê mirovan e hem li dijî yasaya milkê taybet û hem li dijî yasaya navdewletî ye. Hem jî nakokî û tundî û pirsgirêkên civakî peyda dike
Tê zanîn ko Partiya Yekîtiya Dîmuqrat (PYD) sêncşema buhurî yasaya“Birêvebirin û parasrina mal û milkên koçber û neamadebûyan ” Derxistiye, ya ko tê de destdanîna ser milk û malên kesên koçber heye û ewê têkin xizmeta civak û niştecihan li gora ko ew dibêjin.  
Her wiha Merseda Aşûrî ya mafê mirovan nearamiya xwe li himber evê yasayê da û got ko ev binpêkirina mafê mirov e û neyasayî ye, û PYD li Hesekê hebûna Aşûrî û filehan di warê wan yê dîrokî de li Sûriyê amanc bike. 
Merseda Aşûrî tekez kir ko ev yasaya nerewa “xelekek ji zincîra binpêkirinên PYD ye”
Elmersed diyar kir ko berî evê yasayê jî gelek zêdegaviyên ko aştî û aramiya civakê têk dibin derxistine. Da ko amade bikin ji bo guherîna dîmugrafî, her wiha destnîşan kir ko ev yasaya ji Partiya Yekîtiya Dîmuqrat derketiye tu bingeha yasayî jê re nîn e, çimkî ew aliyê ko derxistiye bi biryareke siyasî hatiye ne bi yasayî ,û ji i desthilatekê ku xwe bivênevê feriz kiriye derketine , û ev dihêle ko çi yasaya ko derxin ji aliyê yasayî ve têkçûyî be.
Elmersed ya Aşûrî bang li civaka navdewletî ya bi serokatiya Netewên Yekbûyî û Encûmena mafê mirovan û hemû dezgehên navdewletî yên ko bi mijara mafê mirovan têkildar in û hem li ew dewletên ko piştgiriya PYD dikin kir, da nehêlin ev yasa cîbicî bibe, ya ko metirsiyeke mezin li ser jiyana miletê Sûrî çê dike û digihê asta cînosayidê, û peydakirina cudabûnê deheqê herêmê û niştecihên wê de.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button