Break newsRaportslide

Y.N.K.S xelata xwe ye salane da helbestvan Ferhad Içmo

Yekîtî Media 20/5/2017

roja 18.5.2017 li bajarê Qamişlo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya bi helkefta roja zimanê kurdî xelata xwe ya salane a sala 2017an diyarî helbestvanê navdar Ferhad Içmo kir. Bi beşdariya hejmarek ji nivîskar,siyestmedar,rewşenbîr û ragihandinê di merasîmek taybet de xelat hate radestkirin.

Piştî rawestana xuleyek bê deng li ser giyanên pakrewanan merasîma radiskirinê bi vî programî destpêkir:

Gotina Y.N.K.S hat xwendin ji layê cêgirê seroka yekîtiyê M. Ebdulsemed Mehmûd ve hat xwendin.

Axaftina M.Ekrem Husên hevalê herî nêzîk ji helbestvan Ferhad Içmo.

Nirxandinek wêjeî û berfereh li ser helbestên Ferhad Içmo ji layê Dr. Ferîd Se’dûn ve.

Di dawiyê de xelat ji layê seroka Y.N.K.S mamoste Wezna Hamid ve hate radestkirinî birayê helbestvan Ferhad Içmo.

3 4 5 6

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button