Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Xelîlzad: Ta 20 salên din dewleta Kurdî li Sûriyê nayê avakirin

Yekîtî Media 3/9/2017

Balyozê berê yê Amerîka li Bexdayê Zalmay Xelîlzad dibêje, ti carî red nekirine ku pêwendiyên PYD bi PKKê re hene. Pêşbîniyê jî nake heta 20 salên din li xaka Sûriyê dewleteke Kurdî bê damezrandin.

Xelîlzad ku demên dirêj li Kabûl û Bexdayê balyozê Amerîkayê bû, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Haberturkê de da xuyakirin, digel ku Tirkiye û Amerîka hevalbend in, siyaseta wan ya Sûriyê cuda ye û Amerîka dijî DAIŞ hevkariya PYD dike.

Amaje bi wê jî kir, heger Tirkiye li Rojava operasyonekê encam bide, divê bi Amerîka re di nav hameahengiyê de be ku hêzên Amerîkî li deverê hene.

Xelîlzad, hevkariya bi YPGê re wek taktîkî binav dike û dibêje, dema gefa DAIŞê ji holê rabe, wê demê astenga PYD jî di navbera Tirkiyê û Amerîka de namîne, hemû cudahiyên navbera Tirkiye û Amerîka ne di asta stratejîk de ne.

Da xuyakirin, erdnîgarî û dîroka Herêma Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê ji hev cuda ne û ew pêşbînî nake ku heta 15 – 20 salên din li wê derê dewleteke Kurdî bê damezrandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button