Break newsNûçeslide

Xelîlzad: Mesûd Barzanî ji referandûmê bi paş nakeve

 Yekîtî Media 3/9/2017

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîlzad radigihîne, heger Hewlêr, Bexda û Amerîka negihin rêkeftinekê, referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.

Zilmay Xelîlzad di hevdîtinekê ligel rojnameya “Haber Turk” de ragihand, di pêwendiyên di navbera Tirkiye û Kurdên Başûr de şoreşeke girîng rû daye, ku berê pêwendiya wî welat ligel Kurdan gelekî xirab bûbû.

Tekez kir jî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji referandûmê bi paş nakeve, heger Hewlêr, Bexda û Ameîrka negihin hevtêgihêştinekê, ew referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe.

Xelîlzad dibêje jî, birêvebirina referandûma nayê wateya ragihandina rasterast a serxwebûnê û bijaredeya herî baş berdewamiya danûstandinan û gihêştina bi rêkeftinekê ye.

Di beşeke din de, Xelîlzad dibêje, berê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelekî xirab bûn û hin caran ji encamdana operasyonekê jî nêzîk bûn, lê dema wê serdemê çûye.

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê diyar kir jî, rast e Amerîka û Enqere dibêjin ku niha ev dem ne baş e ji bo referandûmê, lê tu carî şer di navbera wan de rû nade.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button