Break newsNûçeslide

Xaça Sor: 4 hezar kes ji Helebê derketin

Yekîtî Media 24/12/2016

Xaça Sor ya Navdewletî ragihand, şeva borî 4 hezar çekdar ji taxên rojhilatê Helebê hatin derxistin. Hejmara giştî jî 34 hezar kes in.

Berdevka Xaça Sor ya Navdewletî Krista Armstrong ragihand, li gor rêkeftinkê di navbera aliyên rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û çavdêriya Xaça Sor ya navdewletî de şeva borî zêdetir ji 4 hezar çekdar ji taxên rojhilatê Helebê bo navçeyên opozîsyonê hatin veguhastin.

Armstrong diyar kir, heta niha hejmara çekdar û kesên ji taxên rojhilatê Helebê hatine derxistin gihêştiye 34 hezaran, tevî ku berf, baran û sermê hin caran proseya veguhastinê dereng dixist.

Proseya derxistina çekdar û sivîlan ji taxên rojhilata Helebê, li gor rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ji hefteyekê ve dest pê kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button