Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê berê yê karên navxweyî yê Israîlê : Ez piştgiriyê didim biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê

Yekîtî Media 11/6/2017

Yek ji serkirdeyên girîng ê Partiya Likud û wezîrê berê yê îsraîlî Gideon Saar piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ku biryar e 25ê Îlona îsal bê pêkanîn, ragihand.

Wezîrê berê yê karên navxweyî û perwerdeyê yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Twitterê piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

Gideon Saar peyama xwe bi îngilîzî û îbranî belav kiriye û gotiye: “Ez piştgiriyî didim biryara referandûma dîrokî ya serxwebûna Kurdên iraqî.”

Saar piştî Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Giştî yê Partiya Likud Binyamin Netanyahu li wî welatî weke zilamê duyem tê naskirin û ji xelkê Îsraîlê ve tê hezkirin.

Binyamin Netanyahu jî sala 2014ê de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button