Break newsNûçeslide

Wezareta Pêşmerge hişyarî da

Yekîtî Media 19/3/2017

Rêveberê Hişyarî û ragihandinê ya Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ragihand, Wezareta Pêşmerge take dezgeh e bi hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê, her hêzek jî derveyî vê wezaretê be, ne yasayî û ne rewa ye.

Helgurd Hikmet ragihand, dezgehên Herêma Kurdistanê yên pêwendîdar dê dûvçûnê bo her kesek an aliyekî bike, ku hewl bide hêzeke leşkerî ji derveyî çerçoveya hêza Pêşmerge  li Herêma Kurdistanê ava bike.

Li gor hin jêderên ewlehiyê, ku Heşda Şeibî li hin deverên ser bi Hewlêrê ve dest bi tomarkirina navan kiriye. Desthilatên Herêma Kurdistanê jî hişyariyê dide.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button