Break newsNûçeslide

Wezareta Pêşmerge bi rêk dikeve

Yekîtî Media 14/5/2017

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê projeya reform û rêkxistina Wezareta Pêşmerge pesend kir.

Jêderekî agahdar ragihand, di civîna îro ya Encûmena Wezîran de projeyek bi navê “Pêşmerge di pêşerojê de” bi armanca reform û rêkxistina pergala Wezareta Pêşmerge pesend kir.

Herwiha wî jêderî da zanîn, ew proje berê li ser hatibû guftûgokirin û bi hevkariya pisporên leşkerî yên Amerîkî û Brîtanî ve hatibû amadekirin.

Li gor zanyariyan, bi cibicîkirina wê projeyê re pergala Wezareta Pêşmerge hevawayê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dibe, wek biryar jî di daxuyaniyeke de naveroka wê projeyê tê belav kirin.

Ev di demekê de ye, ku di şerê DAIŞê de ji ber bergîrî û têkşikandina DAIŞê, hêza Pêşmerge bûye cihê girîngî û balkêşiya medyaya cîhanî. Herwiha spasî ji jî ji aliyê welatên bihêz ve bo Pêşmerge tê kirin, ku li cihê hemû cîhanê şerê terorê dike.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button