Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezareta Pêşmerge bersiva gefên PKKê dide

Yekîtî Media 9/5/2017

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gefên serkirdeyê PKKê Riza Altun dide û hêvî dike ku ew daxuyanî tenê yê wî be, ne ya PKKê bi gistî be.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun, di hevpeyvîneke xwe de ragihandibû, ew ti sînoran nas nakin û ewên Başûrê Kurdistanê bikin meydana şer.

Berpirsê Ragihandin û Rewşenbîrî yê Wezareta Pêşmerge Helgurt Hikmet ragihand,  “Hêvî dikin ku ew tenê daxuyaniya wî wek kes be, ne helwesta PKKê be. Pêşmerge hêza fermî ya Herêma Kurdistanê ye, niha gelek erk û karên girîngtir li pêşiya me ne, em naxwazin xwe bi van tiştên biçûk mijûl bikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button