Break newsNûçeslide

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji pilana Rûsî li Helebê bi tirs e

Yekîtî Media 30/7/2016

Doh îniyê, wezîrê derve yê Amerîkayê Con Kêrî gefa bidawîkirina hevkariyê li gel Rûsiyayê derbarî Sûriyê bi rengekî tewaw kir, eger diyar bû ku pilana Rûsî ya mirovî li Helebê pîlan e.

Herweha Kêrî metirsî û gumana xwe li dor pilana mirovî li Helebê ya ku ji rex Rûsiyayê hat ragihandin derbirî, û got: eger ji me re tekez bû ku pirosesa mirovî ya Rûsî li Helebê pîlan e, dê hevkariya leşkerî ya Amerîkî – Rûsî li Sûriyê têkbiçe, herweha got, ez du caran bi Rûsa re axivîm di 24 demjimêrên borî de.

Ji aliyê xwe ve Rûsiya ragihand ku ewê başkirina pilana mirovî li Helebê gengeşe bikin, li ser bingeha ew pêşinyarên ku şanderê navnetewî yê taybet bi Sûriyê Stîvan Dîmistora pêşkêş kiribû, bi mebesta alîkarîkirina 300 hezar sivîl ku di bajarê Helebê de mane dorpêçkirî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button