Break newsNûçeslide

Wezareta Derve ya Almanyayê biryara vekirina nivîsgeha ENKSê li Berlînê pesendkir

Yekîtî Media 17/2/2017

Wezareta Derve ya Almanyayê vekirina nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li paytextê Berlînê pesendkir.

Silêman Oso endamê komîta pêwendiyên derve ya ENKSê ji Yekîtî Media re ragihand ku , pejirandina wezareta derve ya Almanî ji vekirina nivîsgehê re encama bizavên diplomasî yên komîta pêwendiyên derve ya ENKSê bû.

Herweha Oso got, ku biryar e nivîsgeha ENKSê roja 8ê adara tê bê vekirin, bi amadebûna serokê ENKSê Ibrahîm Biro, û serokê komîta pêwendiyên derve û endamên komîtê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button