Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Waşington : Hebûna Amerîka li Sûriyê ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞ ê ye

Yekîtî Media
Wezareta Derve ya Amerêka hişyarî da, çûna beşek ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo Efrînê, dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.
Peyvdara Wezareta Derve ya Amerêka Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de Tekez kir, hebûna Amerîka li Sûriyê ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê ye, lê çûna beşek ji şervanan HSDê bo Efrînê dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê dike.
Hêzek ser bi HSDê ku li rojhilatê çemê Ferêt şerê DAIŞê dikir, ji berî du rojan ji eniyên Dêra Zorê vekişiyan û berê xwe da Efrînê, da ku ligel şervanên YPGê berevaniyê di ber wî bajarî de bike.
Li gor amarê fermî jî, di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de, ta niha 227 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 650 welatiyên din jî birîndar bûne, ku hejmarek mezin ji qurbaniyan zarok û jin in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button