Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Waliyê Hatayê nûçeya derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê redkir

Yekîtî Media 7/5/2017

Medyayên Erebî û hin malperên tûra pêwendiyên civakî belav kirin, artêşa Tirkiyê ji parêzgeha Hatayê derbasî bajarê Idliba Sûriyê bûye. Waliyê Hatayê jî vê nûçeyê red dike.

Li ser navê Waliyê Hatayê daxuyaniyek hatibû belav kirin ku, di çarçova cibicîkirina navçeyên aram li Sûriyê, hêzên Tirkiyê û ligel zirîpoş û otombîlên leşkerî derbasî bajarê Idlibê bûye.

Malpera Waliyê Hatayê di daxuyaniyekê de ragihand, nûçeyên hin malper û sosyal medyayên Erebî derbarê çûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê dûrî rastiyê ne.

Herwiha Waliyê Hatayê ew jî red kir, ku daxuyaniyek derbarê derbasbûna artêşa Tirkiyê bo Idlibê belav kiribe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button