Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump: piştgiriya aborî ji terorizmê re metirsiyek mezin e

Yekîtî Media 7/6/2017

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji Tiwîttera xwe ragihand: “Di seredana min a dawî ji bo Rojhilata Navîn de, min diyarkir ku piştgiriya aborî ji terorizmê re metirsiyek mezin e. Rêberan jî Qeter nîşan kirin. Binerin!”

Piştî rawestandina pêwendiyan ji alî heft welatên Erebî, bi taybet ên Kendavê û Misrê  ve hemberî Qeterê, helwêsta Amerîka jî di pirsgirêkê de diyar dibe.

Serokê Amerîkayê bi rêya tiwîtterê, piştî krîzê bi awayek zelal hesta xwe anî ziman û piştgiriya Siûdî û welatên din ên ku pêwendiya xwe li gel Qeterê qutkirin, kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button