Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump: Ger Îran rêkeftina atomî bicih neyne, dê encamên gelek xerab ji bo Tehranê rû bidin

Yekîtî Media 26/7/2017

Serokê Amerîkayê Donald Trump carek din bala Komara Islamî ya Îranê kişand.

Trump got: ger Îran rêkeftina atomî bicih neyîne, dê encamên gelek, gelek xerab ji bo Tehranê rû bidin.

Ev daxûyaniya Trump di dema civînek wî li Youngstown, Ohio hate dan.

Herweha di hevpeyvînek di Wall Street Journal de Trump diyarkir ku, baweriya wî gelek kêm e ku Îran rêkeftinê bi temamî bicîh bîn e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button