Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump : Me bi Tirkiyê re pêwendiyeke serkeftî û bihêz heye

Yekîtî Media 16/5/2017

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gihîşt Koşka Spî û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat pêşwazî kirin.

Piştî pêşwazîkirinê, civîna navbera Erdogan û Trump dest pê kir.

Ev cara yekemîn e ku Erdogan û Trump rûbirû bi hev re hevdîtinê dikin.

Berî destpêkirina hevdîtinê, Donald Turmp di daxuyaniyeke kurt de ji bo rojnamevanan got: Me bi Tirkiyê re pêwendiyeke serkevtî û bihêz heye. Me bi Erdogan re hevdîtineke dirêj û zehmet heye.

Hevdîtina navbera her du serokan di saet 19:40 de dest pê kir. Hat ragihandin, ku civîna navbera her du serokan dê bo 22 xûlekan berdewam bike.

Piştî civîneke kurt a du alî, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Amerîkayê konfranseke rojnamevanî ya hevbeş pêk anîn.

Donald Trump di vê konfransa hevbeş de ragihad, ku bi dehan sal e ku Amerîkayê bi Tirkiyê re hevpeymanî heye û diyar kir, ku her du welatan di şerê Koreyê de bi hev re di yek eniyê de şer kir û tekez kir, ku wan ew yek ji bîr nekiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button