Break newsRaportslide

Trafîka PYD wergirtina rêdana ajotinê li ser şofêran disepênê

Yekîtî Media 27/5/2017

Rêveberiya trafîkê ya girêdayî PYD biryareke nû derxist têde li ser hemû şofêran sepand ku rêdana ajotinê ji rêveberiya wan wergirin li gel rêdana ajotinê ya rêjîma Sûrî.

Jibo wergirtina rêdana ajotinê ya PYD, rêvberiya trafîkê ya PYD şofêran mecbûr dike ku derbasî xuleke fêrbûnê bibin û hinek pere jî bidin ta ku rêdana ajotinê wergirin.

Xweşnav Mûsa ajoker e ji Yekîtî Media re ragihand, ku PYD danpêdanê bi rêdana ajotinê ya Rêjîmê nake, herweha rêjîm jî danpêdanê bi rêdana ajotinê ya PYD nake, lewre em mecbûrin ku em herdû rêdana bi hevre rahijnê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button