Break newsNûçeslide

Tirkiyê û Rûsya li ser Efrînê li hev kirine

Yekîtî Media 7/7/2017

Tirkiyê her roj gefan dike û dibêje eger sînorê wê û ewlekariya wê ya niştimanî bikeve xeterê, ewê li herêma Efrînê dest bi operasyoneke leşkerî bikin.

Li ser van gefên Tirkiyê heta niha hikûmeta Sûriyê tu daxuyanî nedane, ne bi awayekî fermî ne jî bi riya medyaya Sûriyê, di derbarê van gefên Tirkiyê de li ser Efrînê, Sûriyê heta niha jî bêdeng e.

Ne ajansa fermî Sana, ne jî medyaya ser bi hikûmetê yan jî ya nêzîkî hikûmetê, li ser herêma Efrînê û gefên ku têne ser tiştekî nabêjin.

Li aliyê din din medyaya Tirkiyê dinivisîne ku Tirkiyê û Rûsya li ser Efrînê li hev kirine û ew lihevkirin di dema hevdîtina wezîrê berevanî yê Rûsya Sêrgî Şiwêgo û Erdogan pêk hatiye û Tirkiyê plan dike ku bi 20 hezar serbazan êrîş bike, ji wan 5 hezar serbazên Tirkiyê ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button