Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê û Îran hevdû tawanbar dikin

Yekîtî Media 20/2/2017

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bersivek tund da axaftinên Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlud Çavuşoglu, yên ku di Konferansa Asayişa Cîhanê li Miyûnxê de kiriye.

Di axaftina xwe ya li Konferansa Asayişê Cêhanê ya Miyûnxê de, Çavuşoglu diyar kiribû, ku “Îran, hewl dide li Sûriye û Iraqê du dewletên Şîa pêk bîne. Ev yek cîhê metirsiyê ye û ewlehiya Rojhilata Navîn têk dide.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî, bersiva Wezareta Derve ya Îranê bi gotinên dijwar da Çavuşoglu “Ew ên ku li xewnên imparatoriyên têkçûyî didin, bi hewlên ne yasayî piştgirî dayî terorîstan û destwerdan di nav welatan de kirî, bera gotinên vala nekin. Ji ber wan, niha li herêmê dijberî, dijminayî rûda ye”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button