Break newsNûçeslide

Tirkiyê : Sînor bi Herêma Kurdistanê re danaxin

Yekîtî Media 14/6/2017

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin, biryar referandûma Herêma Kurdistanê şaş dibînin, lê ji ber vê sedemê deriyê sînorî danaxin û gemaroyê dirust nakin.

Kalin li Enqere di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamegeran bersivandin. Kalin derbarê mijarê de got, pêşketinên li Kerkûkê ji nêz ve dişopînin û biryara Herêma Kurdistanê şaş dibînin û hêvî dikin referandûm bê betalkirin.

Kalin da zanîn, hevdîtinên wan bi rayedarên Herêma Kurdistanê û Baxdayê re berdewam dikin û da xuyakirin, beyî ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re derbarê mijarê de biaxivin, dorpêçiyê dirust nakin û deriyên sînorî jî danaxin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button