Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê Rêveberiya Xweser ji bo Idlibê amade dike

Yekîtî Media 23/8/2017

Li gor medyayên Tirkiyê, Enqere naxwaze şer li bajarê Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê derkeve û amadekariya damezrandina rêveberiyeke xweser li wî bajarî dike.

Rojnameya Yeni Şafak ya Tirkiyê belav kiriye, Amerîka, Rûsya, Brîtanya û Fransayê di bin navê şerê Terorê de amadekariya operasyoneke leşkerî li Idilbê dikin, bo derxistina grûpa Heyat Tahrîr El-Şam (çekdarên Eniya El-Nusrayê).

Li gor wê rojnameyê, Enqere jî di wê metirsiyê de ye ku ev operasyona hevbeş li ser mezintirîn pêgeha opozîsyona çekdar, dikeve berjewendiya rêjîma Sûriyê. Ji ber wê sedemê Enqerê pêşniyarek amade kiriye ji bo avakirina desteyeke xwecihî ji bo rêvebirina Idlibê û nehêştina grûpa “Heyat Tahrîr El-Şam” li wî bajarî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button