Break newsNûçeslide

Tirkiye red dike: Otomobîl ne ji axa me derbasî Kobanî bû

Hewlêr- Encumena Wezîrên a Tirkiyeyê wê nûçeyê ku dibêje otomobîla ku DAIŞê bi rêya Tirkiyeyê derbasî Kobanî kir û li wir teqand, red dike û bi nerast binav dike.

Duhî çekdarên DAIŞê li bakurê bajarê Kobanî otomobîleke bombekirî teqand û di encamê de hejmarek kesên sivîl bûn qurbanî.

Hevserokê Kantona Kobanî Enwer Muslim ji Rûdawê re ragihand ku xwekujerekî DAIŞê bi otomobîleke bombekirî ji Tirkiyeyê derbasî Kobanî bû, otomobîl teqand û di encama teqînê de jî 6 kesên sivîl şehîd ketin û 8 jî birîndar bûn.

Rêveberatiya Giştî yê Rojnamevanî li Encumena Wezîrên a Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ew otomobîl ne ji Tirkiyeyê derbasî Kobanî bûye û ew nûçe nerast e, ji ber ku hêzên ewlekariyê bi hişyarî rewşê dişopînin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê xwe ve ragihand: “Ew êriş li ser sînorê Tirkiyeyê bû û ji wê de derbasî Kobanî bûne. Ew otomobîl li cihekî hatiye bombekirin k user bi Tirkiyeyê ye.”

Wezîrê Parastina Kantona Kobanî, Îsmet Şêx Hesen ji Rûdawê re got, ku DAIŞ li deriyê sînorî yê Murşidpinarê yê ku Kobanî û navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi hev re girêdide, êriş kir.

Grûpeke ku çavdêriya sînorê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de dike, vîdyoya nîşançiyekî DAIŞê belav kiriye ku li nav deriyê sînorî yê Murştpînarê li aliyê Bakurê Kurdistanê guleyan davêje bajarê Kobanî.

Rêxistineke Mafên Mirovan ku ew vîdyo belav kiriye dibêje, ew vîdyo li hundirê axa Tirkiyeyê hatiye kişandin.

Her yek ji YPGê û berpirsên PYDê û kantona Kobanê jî, Tirkiyê tometbar dikin ku rê li ber DAIŞê negirtiye ku axa wê ji bo êrîşên xwe bi kar neîne, lê Tirkiyê vê yekê bi tundî red dike.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button