Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê : Derbarê Efrînê ti pêwendiya dîplomasî di nav me û Amerîka de tine ye

Yekîtî Media
Wezareta derve ya Tirkiyê bersiva wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon)ê da û got: “Li ser pirsa Efrînê, ti pêwendiya dîplomatî di navbera Amerîka û Tirkiyê de tine ye”.
Peyvdarê wezreta derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy got: “Ew daxuyaniyên ku derketine û dibêjin, ku Amerîka û Tirkiye ji bo kêmkirina aloziyan li Efrînê, di nav pêwendiyên dîplomatîk de ne, ew daxuyanî ne rast in, ji ber ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de, derbarê Efrînê ti pêwendiyeke dîplomatîk çênebûye”.
Di 20ê meha derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kirin û heya niha jî berdewam e, piştî mehekê ji wê operasyonê, bi rêketinekê li gel YPGê hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, derbasî bajarê Efrînê bûn, daku li gel YPGê berevaniyê di ber wê deverê de bike.
Doh êvarî 4 çekdarên hêzên Şeibî yên Rêjîma Sûriyê li Efrînê hatine kuştin û 5 din jî birîndar bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button