Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tirkiyê balyozxaneya xwe ya Lîbyayê girt

Hewlêr – Tirkiyê, ji ber pevçûnên leşkerî û rewşa aloz, balyozxaneya xwe li Lîbyayê bi awayekî demkî girt.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekî fermî de diyar kir ku, ji ber pevçûnên leşkerî û rewşa aloz ya ewlekariyê li Lîbyayê, ew balyozxaneya xwe ya li wî welatî bi awayekî demkî digirin.

Daxuyaniyêde hatin gotin ku, ji Lîbyayê, zêdetirî 500 hemwelatiyên Tirkiyê bi rêya otobosan birin bajarê Djerba ya Tunisê û ji wê derê jî pêl bi pêl vegerandin Tirkiyê.

Wezareta derve ya Tirkiyê anî ziman ku, heta ku cihê karmendên balyozxaneya Tirkiyê li Trablûs a paytexta Lîbyayê çêbikin, ew dê bi awayekî demkî karên xwe li nav balyozxaneya Tirkiyê li Tunis a paytexta Tunisê bimeşînin.

Wekû tê zanîn roja 19 gulanê ji ber rewşên ewlekariyê, wezareta derve ya Tirkiyê konsolxaneya xwe li bajarê Bîngaziya Lîbyayê girtibû.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button