Break newsNûçeslide

Tirkiyê amadekariyên êrîşeke nû li ser Kurdistana Sûriya dike

Yekîtî Media 11/8/2017

Tirkiyê ligel Operasyona Mertala Firatê amadekariyên operasyoneke nû dike. Tê amaje kirin ku bi vê operasyonê armanc ew e, deverên ku di bin kontrola PYDê de ne bistîne.

Sînyala operasyona nû jî 6ê Tebaxê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da û got: “Em li Sûriyê dest bi operasyoneke nû dikin. Di demek nêz de li ser vê mijarê dê gavên me yên nû û giring hebin.”

Digel berdewambûna operasyona ku Amerîka bi PYDê re, ji bo ku Reqqayê ji destê DAÎŞê rizgar bike berdewam e, Tirkiyê jî ji bo operasyona ku qala wê tê kirin amadekariyên xwe gurtir kirin. Ji bo ser sînoran hêzeke mezin ya leşkerî tê kom kirin.

Li Enqerê jî li şûna gotubêjên pêkhatin an jî pêknehatina operasyonê, êdî dema destpêkirina operasyonê tê axaftin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button