Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tillerson: Parastina Kurdan û pêkhateyên din serekeyên rêveberiya Trump e

Yekîtî Media 16/8/2017

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Reks Tillerson ragihand, parastina Kurdan û pêkhateyên din karê herî li pêşyê rêveberiya Turmp e.

Reks Tillerson raporta salane ya Azadiya Olî Li Cîhanê belav kir, ku di beşeke wê raportê de, amaje bi wan tawanan hatiye kirin, ku DAIŞê li hember gelê Kurd, Kurdên Êzidî, Musilmanên Şîe û Mesîhiyan kiriye.

Tillerson dibêje: “Zelal û aşkere ye ku DAIŞê li hember cenosîda Êzidî, Mesîhî û Musilmanên Şîe li wan navçeyên ku kontrol kirine, yan kontrol kiribûn, berpirsyar e.”

Bi gotina Tillerson, DAIŞ herwiha li hember encamdana tawanên cengî û hewldan ji bo nehêlan û ji holê rakirina wan grûpan û di hinek dosyayên din de jî li hember musilmanên Sunnî, Kurd û pêkhateyên din berpirsyar e.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir, ku parastina Kurd û wan grûpan, serekeyên rêveberiya Donald Trump, serokê niha yê Amerîkayê ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button