Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Tilerson: Amade ne ligel Rûsyayê deverên dijefirînê li Sûriyê ava bikin

Yekîtî Media 6/7/2017

Wezîrê Derve yê Amerîka Reks Tilerson radigihîne, Amerîka amade ye ku deverên dijefirînê li Sûriyê ava bike, heger Rûsya razî bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Reks Tilerson berî Lûtkeya G20 ya ku biryar e sibe li Hamburga Almayayê bi rê ve biçe got, Amerîka amade ye ligel Rûsyayê kar bike bo cibicîkirina aramiyê li Sûriyê, di nav de jî avakirina deverên dijefirînê.

Herwiha Tilerson got jî, Amerîka dixwaze bi Rûsyayê re di guftûgoyan keve, da ku çavdêrên meydanî bicih bikin, bo çavdêrîkirina agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyan re.

Rûsya, Tirkiye û Îranê di 4 Gulana borî de li ser avakirina 4 deverên kêmkirina şer li Sûriyê lihev kiribûn, ew jî li Idilb, bakurê Himsê, gundewarê Lazqiyê û başûrê Sûriyê li xwe digire, ku tundûtûjî û şer neyên gurkirin û çekên giran jî neyên bikaranîn.

Lê duh civîna Astana 5 bidawî bû, bêyî ku Rûsya, Tirkiyê û Îran karibin derbarê sînorên wan navçeyên kêmkirina şer lihev bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button