Break newsGotarslide

Tevgera Apoçîyan û rêjîma Esed: Evîna ji alîyekî

Hoşeng OSÊ

Di havîna 2009an de ez ji Sûrî revîyabûm û hatibûm Turkîyeyê. Ji ber ku ez piştgir û alîgirê PKK-PYDê bûm û di rojnameyên Ereb û Kurdan de min parastina PKKê dikir, Hêzên ewlekarîya rêjîma Beşar Esed, di dawîya 2008an de avêt ser mala min da ku min binçav bikin, lê wisa ji ber xwe ve çêbû ku wê çaxê ez ne li malê bûm û ji girtin û binçavkirinê filitîm. Dema ez li Stenbolê bûm, gelek caran diçûm serdana rojnameya “Özür Gündem”. Wê çaxê navê wê “Günlük” bû. Piştî ku rojnameya “Radikal”ê nivîsên taybet ji min xwestin, “Günlük”ê jî nivîsên taybet ji min xwestin. Di gengeşîyekê de berpirsê rûpela “nêrîn – yorum” ya “Günlük”ê ji min pirsî: Ma gelo Heleb ne Kurdistan e? Ez kenîyam. Min ji wî camêrê ku 15 salan di zindanê de maye got; ma te bi Kobanîyê bihîstîye? Got: Na. Kobanîyê çi ye!? Min dîsa pirs kir: Ma te bi Efrînê bihîstîye heval? Wî got: Na bi Xwedê. Ez piçekî hêrs bûm û li ber xwe ketim, lê min xwe girt û ji wî re got: Binêre hevalê T.K. ez dizanim tu ji Çewlikê yî, û tevlî ku min Çewlik, Hezro, Varto, Xanê, Licê, Mûşê, Bedlîsê hwd, min di xewnên şevan de jî nedîtiye, lê ez dikarim ji te re navên gund û navçeyên girêdayî van bajaran bêjim. Ev 30 salên we ne, hûn li Sûrî û Kurdistana rojava ne û hun hîna nizanin bê Heleb Kurdistan e yan na? Te navê Efrîn û Kobanîyê nebihîstiye!! Hevalê T.K. tu li ser rêjîma Beşar Esed çi nas dikî? Got: Hafiz Esed baş bû û dostê me bû, lê kurê wî ne baş e. Min pirsî: Wekî din, tu tiştekî ji dîroka Baas nas nakî? Camêr got: Na. Ez gelekî li ser rewş û dîroka partîya Baas axivîm. Ji min xwest ku ez nivîseke berfireh li ser rêjîma Baas – Esed binivîsînim. Roja 9/3/2010an rojnameya “Günlük” rûpela 13an bi tevahî ji nivîseke min re veqetand û sernivîsa wê gotarê wisa bû: “Çîroka dîktatorîya Baas li Sûrîye”. Ez guman dikim ku ew yekemîn nivîsa rexneyî li rêjîma Baasê bû ku di medya PKK de belav bû. Mebesta min ji vê bîranînê ew e ku mirov dema li hejmarên rojnameya fermî ya PKKê “Serxwebûn”ê ji sala 2011an ta 2016an dinêre, mirov dibîne bê çawa berpirsên PKK yên payebilind ên weke Sabrî Ok, Mustafa Karasu, Duran Kalkan, Cemîl Bayik û Murad Karayılan bûne pehlewan û pispor û lêkolîn û vekolîn û analîzên li ser rewşa Sûrî dinivîsînin. Tu dibêjî qey ji rewşenbîr û akademîsyenên Sûrî jî bêtir û çêtir rewşa Sûrî dizanin! Herwisa berpirsên PKKê di vê rojnamê de ji Kurdên Îraqê bêtir û baştir rewşa Îraq û Kurdistana federe dizanin. Eynî mesele, derbarê Kurdên rojhilatî de, berpirsên PKKê qenc û xweştir rewşa Kurdistana rojhilat dizanin. Ne tenê wisa jî, berpirsên PKK ji Kurdên Îraq, Sûrî û Îranê re şirove dikin ku gerek çi bikin û çi nekin? Û derbarê pirojeyên çareserîyê de, çi ji wan re baş e û çi ne baş e? Le eger tu werî ji wan pirs bikî: Heval, tu dikarî navên 4 serokên Sûrî bihejmêrî? Dê tenê navê Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed bizanibin. Eger tu ji wan bipirsî: Ka ji min re navê 3 hebestvanên navdar ên Sûrî bêje? Dê nizanibe….û her wisa.
Ev camêrên han, ji xwe re nabêjin: Di nav PKK de Kurdên Sûrî, Iraq û Îranê hene, bere ew behsa rewş û problem û kêşeyên xwe bikin û li çareserîyê bigerin. Ango di nava PKKê de, qaşo berpirsên payebilind ên”Suriyeli” hene, weke Rustem Cûdî (jîyana xwe ji dest da), Şahîn Çîlo, Bahoz Erdal û Nûredîn Sûfî hwd. Çima nivîsên wan derbarê Sûrî de di “Serxwebûnê” de tune ne!? Lê eger mirov bixwaze rastî û naveroka şêweyên nêzîkatîya PKK ji Kurdên Sûrî nas bike û têbigihîje bê PKK çawa û bi çi rengî li Kurdistana Sûrî dinêre, divê mirov piçekî li dîroka têkilîyê PKKê û rêjîma “Baas – Hafiz Esed” vegere.
Piştî kongreya 2yemîn a PKKê di sala 1982an de û stendina biryara şer, êdî PKK berê xwe da Kurdên Sûrî û dest bi avakirina rêxistina xwe di nava gel de kir, bi taybetî di sala 1983an de. Wê çaxê, têkilîyên PKK û rêjîma Hafiz Esed dest pê kiribû, nemaze piştî dagirkirina Lubnanê ji alîyê Îsraîlê ve û şerê PKK digel tevgerên Filistînîyan li dij wê dagirkirinê. Li başûrê Lubnanê, li “Nabatiye” 10 şervanên PKKê jîyana xwe ji dest dan û gelek şervan dîl hatin girtin. Ew dagirkerî di Hezîrana 1982an de bû. Lê piştî ku PKK kongreya xwe ya 3yemîn li dar xist, êdî dest bi pesnê rêjîma H. Esed kir. Mînak, di rûpela 11an ji hijmara 60î ya heyva Çileya Pêşîn a 1986an de nivîseke qerase li ser rêjîma H. Esed li bin vê sernivîsê hatiye nivîsandin: “Cîyê Sûrî di rûdanên herêmî de: Li hember fişarên zêdebûyî yên emperyalîzmê.” (http://serxwebun.org/ arsiv/60/).
Hêjayî gotinê ye ku di roja newroza 1986an de rêjîma H. Esed newroz qedexe kir. Kurdên li Şamê xwepêşandan çêkirin û berên xwe dan koşka serokkomarîyê. Li wê derê, hêzên ewlekarîyê hemwelatîyê Kurd Suleyman Adî kuştin. Piştî xwîn rijiya, Esed newroz serbest kir. Wê çaxê, PKK daxwuyanîyek da û êrîşî xwepêşandana kurdan kir û xwe li ber dilê rêjîma H. Esed şêrîn kir.
Dema Ocalan hate girtin û revandin, PKKê û Ocalan kesek li vê cîhanê nehiştin ku ew tawanbar nekirin: Çi dewlet bin çi kes bin, ew kirin hevpar û hevbeş û şirîkê “komploya navneteweyî”, lê bi tenê rêjîma H. Esedê ku peymana Adana di 20/10/1998an de digel Turkan mor kir, Ocalan Esed û rêjîma wî li derveyî “komploya” 15ê Sibata 1999an hişt. Ocalan di 10/10/1998an de ji Şamê derket û şefê îstixbarata leşkerî yê Sûrî general Mustefa Eltajêr weneyekî ji pasporta Ocalan a Qibirsî û sixte da CİAyê û gîhand MİTê jî. Tevî wisa jî, H. Esed û rêjîma wî li derveyî “komploya” li dij Ocalan man. Ne tenê ev jî, PKK û Ocalan H. Esed weke dostê gelê Kurd didît.
—————-
Jêder: heftenameya Basnews 20-26/3/2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button