Break newsNûçeslide

Termê serokê kolîca çandinyê li gundewarê Hesekê hate dîtin

Yekîtî Media 23/7/2017

Îro yekşemê, welatiyên gundê Um Elmilh ku 8 km başûrê Hesekê dikeve, termê doktor Ilyas Ishaq serokê berê yê kolîca çandiniyê li Hesekê dîtin.

Li gor bizîşka rewayî doktor Ilyas bi guleyekê di serî de hatiye kuştin, lê nehatiye diyarkirin bê kî li paş revandin û kuştina doktor Ilyas e.

Tê zanîn, ku Dr Ilyas Ishaq ji gundê Tel Şamîram e li gundewarê Tel Temir sala 1959an jidayik bûye, doktora ji zankoya Boznan li Bolonyayê wergirtiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button