Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

ŞINGAL – 8 otomobîlên leşkeriyên DAIŞê hatin teqandin (Hat nûkirin)

Şingal (Rûdaw) – Êrişeke berfireh a DAIŞê li dijî Hêzên Pêşmerge li navçeya Şingalê hat têkbirin.

Li gor agahiyên Rûdawê, çekdarên DAIŞê xwe amade kiribûn, ku li navçeya şingalê ya Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh bikin ser Hêzên Pêşmerge.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Çekdarên DAIŞê xwe amade kiribûn ku bi otomobîlên leşkerî û bombekirî êrişî Hêzên Pêşmerge bikin, lê belê balafirên şer ên hevpeymanan cihên wan dan ber bombeyan û palan wan têk birin.”

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got: “Balafiran li gundê Herdan a girêdayî Şingalê çekdarên DAIŞê bi dijwarî bombebaran kirin û di encamê de 8 otomobîlên wan têk birin.”

 

Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, ku çekdarên DAIŞê dixwastin bi wan otomobîlan êrişî çeperên pêşmergeyan bikin.

 

Gundê Herdan li sînorê navçeya Şingal a Başûrê Kurdistanê ye. DAIŞê di 3ê Tîrmeha sala 2014an de êrişî Şingalê kir û ew navçe kontrol kir.

Di dema wan êrişan de, zêdetirî 5 hezar keç, jin û zork ên kurdên êzidî ketine dest çekdarên DAIŞê ku piraniya wan xelkê her du gundên Koço û Herdan bûn.

Di êrişên çekdarên DAIŞê de herwiha bi hezaran xelkên sivîl ên kurdên êzidî bi destê çekdaran hatin kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button