Break newsNûçeslide

Şikestina Hêzên Terorîst Dikeve Di Berjewendiya Tevaya Miletê Sûriyê 

Mistefa Oso; Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku şikestina hêzên terorîst bi nûnerayetiya heryek ji rêxistina DAIŞê û rijêma Esed û mêlîşeyên hevalbendên wan li çi bajar an bajarok an gundekî be, di encamê de dikeve di berjewendiya hemû Sûriyan de, û amaje bi bûyerên Girê Spî kir û têkşikandina rêxistina DAIŞê û rizgarkirina xelkên wî bajarî bi hemû pêkhateyên xwe ve ji destê hêza terorîst.
Oso amaje kir ku rizgarkirina her bostekê ji axa Sûriyê ji rêxistina DAIŞê, digunce ligel armancên Hevbendiya Niştimanî di hewl û bizavên wê yên berdewam bo rizgarkirina welat ji paşmayên rêjîmê û mêlîşeyên wê yên hewl didin ajendeyên dervî sînor li ser qada welat bisepînin, di heman demê de Oso cext li ser gerantiya vegera hemû penaberan bo war û malên xwe kir, û herwiha vegerandina jiyana sirûştî û bihêzkirina fermanrewiya sivîl di navçeyê de û di navçeyên din yên rizgarkirî de li seraserî Sûriyê.
Oso tekezî li ser kûrkirina çanda pêkvejiyana biratî di nav hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ji Kurd û Ereb û Siryan û Aşûrî û Tirkumanan kir, û daxwaza sebrê kir di standina biryarên pêşwext de di navçeyên nûrizgarkirî de, û herwiha daxwaza rûbirûbûn û retkirina hilmetên leşkerkirina  olî û netewî û tayifeperestî kir û daxwaza şikandina pilangeriyên parçekirinê kir yên rêjîma Esed li ser kar dike her ji destpêka Şoreşa Sûrî ya pîroz de.
Oso dubare tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kir û daxwaz ji hemû hêzên derbasî li Girê Spî bûne kir bi parastina pêkhateyên wê û pabendî û pêgirî bi piransîpên Şoreşê heta bidestxistina sercem daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û dadperweriyê de.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button