Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihişt Amerîka

Yekîtî Media
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihişt Amerîka û biryar e di wê serdanê de bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên wî welatî re bicive.
Di çarçova serdanekê ji Waşingtonê re, biryar e Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Koşka Spî û Kongressa wî welatî re bicive û behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.
Serdana Mesrûr Barzanî piştî beşdariya wî di çarçova şandeke bilind a Herêma Kurdistanê de di Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê tê, ku roja 16 û heta 18ê vê mehê li Almanyayê bi rê ve çûbû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button