Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Şeş leşkerên Tirk li Babê birîndar bûn

Yekîtî Media 8/12/2016

Li devera Babê ya bakurê rojhilatê Helebê êrîş li opozîsyona Sûriyê û leşkerên Artêşa Tirk hat kirin û di encamê de 6 leşkerên Tirk û hejmarek çekdarên Artêşa Azad birîndar bûn.

Di êrîşa DAIŞ de kuştî û birîndarên opozîsyona Sûriyê hene û birîndar bo dermankirinê gihandin nexweşxaneyên Kilîsa ya Bakurê Kurdistanê.

Doh jî li Babê, di encamê êrîşeke bombeyî de 2 leşkerên Artêşa Tirk hatibûn kuştin, 6 leşker jî birîndar bûbûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button