Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokê Partiya Kurdistanî PAKURDê hat binçav kirin

Yekîtî Media 11/1/2017

Serokê Giştî yê Partiya Kurdistanî PAKURD’ê Îbrahîm Xelîl Baran li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin.  Polîsan li mala Baran lêgerîn kir.

Serokê PAKURD’ê Îbrahîm Xelîl Baran di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Rihayê ve dihat meşandin de vê sibê li mala xwe ya li Rihayê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Bi rêya medyaya civakî beriya niha gefên kuştinê li Îbrahîm Xelîl Baran hatibûn xwarin.

Baran wê demê gotibû ku; “Heger tiştek bi serê min were, bila malbata min fikra Kurdistanê belav bike.”

PAKURD, zêdetir li Bakurê Kurdistanê siyasetê dike û yek ji partiyên Kurdistanê tê naskirin. Serokê PAKURD’ê Baran bi nasnameya helbestvan û civaknas jî tê naskirin. Baran, di sala 2007’an de bû endamê Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) û di sala 2012’an de ji KCD’ê veqetiya û di sala 2014’an de PAKURD damezrand. Baran fikra Kurdistanî diparêze.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button