Break newsNûçeslide

Serokê ENKSê: divê em ji bo hilweşandina rêveberiya PYD kar bikin û sîstemeke demokratîk li Kurdistana Sûriyê damezrînin

Yekîtî Media 25/5/2017

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, “Kiryarên PYDê yên li dijî gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike, karekî teroristî ye.”

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di hevpeyvînekê de ligel kenala K24ê re ragihand, demek e PYD bi riya çekdarên xwe re êrîşî ser ENKS û partî, baregeh û endamên û serkirdayetiya wê dike, bi taybet di vê dawiyê de hejmarek mezin ji endamên Emîndariya Giştî ya ENKSê binçav kiriye.

Serokê ENKSê amaje bi wê kir ku, kiryarên ku PYDê li dijî ENKSê û partiyê wê dike, zehmetirîn dem e ku di ser Kurdistana Sûriyê re derbas dibe. 60 salî rêjîma Beis nikarîbû herêmên Kurdî vala bike, lê PYDê ji ber kiryarên wê yên xirab, piraniya xelkê Kurdistana Sûriyê koçber bûye.

Herwiha serokê ENKSê got: “Em dibînin ku kiryarên PYDê yên li dijî gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike, karekî teroristî ye.”

Derbarê rêkeftinên ku li Başûrê Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de yên ku bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine îmzekirin de, serokê ENKSê got: “Mixabin, PYDê ji rêza Kurd bidûr ketiye. PYD nema xwe dibîne ku partiyeke Kurdî ye. PYD li dijî projeya Kurdayetiyê kar dike. Em nabînin jî ku di demeke nêzîk de lihevhatinek çê bibe. Em wek ENKS dibînin ku rêveberiya ku PYDê li Kurdistana Sûriyê ava kiriye, ne rewa ye û divê em ji bo hilweşandina wê rêveberiyê kar bikin û sîstemeke demokratîk li Kurdistana Sûriyê damezrînin.”

Derbarê banga ENKSê ji partiyên Kurdistanî re, ku berî demekê ENKSê bang li partiyên Kurdistanî kiribû, ku bi erkên derbarê Kurdistana Sûriyê de rabin û fişarê bixin ser PYDê da ku dest ji kiryarên girtina baregeh û endamên ENKSê berde, serokê ENKSê got: “Minxabin YNK û Tevgera Goranê ti bersiv nedan me. Di van rojan de emê careke din bang li partiyên Kurdistanî bikin, ku helwestên xwe ji kiryarên PYDê nîşan bidin, ku PYD wêraniyeke herî xirab li Kurdistanê Sûriyê dike.”

Serokê ENKSê amaje bi wê jî kir, PYD alîkariya leşkerî ya navdewletî ji bo YPGê di şerê li dijî DAIŞê de, wek derfet li dijî gelê Kurd ê Kurdistana Sûriyê bikar tîne.

Derbarê encamên serdana şanda ENKSê bo Washingtonê de, Îbrahîm Biro got: “Berpirsên Amerîkî dibînin ku tiştê herî girîng niha şerê DAIŞê ye û çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê bi tevahî û pirsa Kurdistana Sûriyê re were dîtin.”

Herwiha Biro got: “Di warê siyasî de ji aliyê navdewletî bo me tê kirin, lê di warê leşkerî de ew PYDê bikar tînin, ji ber ku PYD bê şert û mercê ku tiştekî ji doza Kurdî re gerentî bike, xortên Kurd dixe şerê ji bo deverên ne Kurdî.”

Serokê ENKSê amaje bi wê da, ENKSê gelekî zehmetî dibîne, ji ber ku bi aliyên navdewletî heta niha ti lihevkirineke leşkerî nekirine derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Kurdistana Sûriyê.

Biro da zanîn jî, tîmeke ENKSê ya pispor kar bo pêşkêşkirina belgeyên binpêkirina PYDê bo Dadgeha Navdewletî dike, bi taybet pirsa guhartina dîmografî ya ku PYD li Kurdistana Sûriyê dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button