Break newsNûçeslide

Serokê ENKSê destpêşxeriyekê pêşkêşî partiya Pêşverû dike

Yekîtî Media 1/2/2017

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro destpêşxeriyek pêşkêşî Partiya Demokratî a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) kir û ragihand, dixwazin careke din PDPKSê vegere nava rêzên ENKSê û cihê wê ya taybet di nava ENKSê de heye.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji kenala K24ê re ragihand, PDPKS yek ji damêzrênerên ENKSê bû, her demekê deriyê ENKSê vekiriye ku careke din PDPKS vegere nava rêzên ENKSê û kar bike, ciheke wê ya taybet di nava ENKSê de heye. Heger hin nakokî û pirsgirêk hebin, dikarin bi hev re danûstandinê bikin û kar û xebatê berdewam bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button