Break newsNûçeslide

Serokê ENKS: Em diyaloga raster bi Rêjîmê re nakin

Yekîtî Media 2/10/2017

Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê tekez kir ku ew ne amade ne gotûbêjên rasterê li gel rêjîma Sûriyê bikin û ragihand: “Ti gerentî tine ku rêjîma Esed piştî şerê DAIŞê bimîne.”

Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Bas news, rexne li daxwazên wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim kir, ku têde behsa gotûbêjan li gel Kurdan kiribû ji bo çêkirina navçeyeke rêveberiya xweser ji Kurdan re û got: “Tiştek nû di vê daxwazê de tine, ji ber ku Esed dizane Sûrya dabeş bû ye, niha pêwendiyên wan bi Rûsya re hene û Rûsya helwestên xwe li ser pirsa Kurdî guhertiye.

Biro tekez kir ku niha ENKS ne amade ye li gel rêjîma Sûriyê gotûbêjan bike, lê ewê li gel opozisyona Sûriyê, di bin serpereştiya civaka navdewletî de danûstandinan berdewam bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button