Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serokê berê yê CIA : Serxwebûna Kurdistanê zehmet e

Yekîtî Media 26/6/2017

Serokê berê yê Ajansa Navendî ya Saloxgeriyê ya Amerîkayê (CIA) David Petraeus got: “Dibe mafê kurdan hebe bibin xwedan dewleteke serxwebixwe. Lê di vê demê de serxwebûn ne hêsan e.”

David Petraeus di hevpeyvînekê de ji medya Awûstralyayê re ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye referandûma serxwebûnê encam bide. Lê zehmet e ku bikarin serbixwe bin.

Serokê berî yê CIAyê amaje bi wê yekê kir, ku di dema serokatiya wî de CIAyê nirxandinek kiriye û gihiştine wê nêrînê ku ji bo bikare dewleta xwe ser lingan bigre û birêve bide, pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 800 hezar bermîl petrolê bişîne derve û herwiha her nirxê bermîlekî jî herî kêm 105 dolaran be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button