Break newsNûçeslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Veguhestina çekdrên DAIŞ cihê gumanê ye

Yekîtî Media 30/8/2017

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ji Lubnanê veguhestina çekdarên DAIŞê ya ber bi sînorên rojhilatê Sûriyê weke bûyereke “bi guman” binav kir û ragihand, ku ew pir bi ciddî çavdêrî û dûvçûna vê mijarê dikin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah ragihand: “Ajansên nûçeyan belav kirine, ku li gor rêkeftinekî bi guman, hêzekî zêde yê terorîstan ji Lubnanê ve veguhestine ser sînorê Iraqê.”

Sebah da xuyakirin, ku anîna wan hêzan ji Lubnanê ve bo rojhilata Sûriyê û ser sînorên Iraqê, cihê gumanê ye û got: “Em gelek bi cîddî çavdêrî û dûvçûna wê dikin û em vê yekê weke dubarekirina wan senaryoyan dizanîn, ku di sala 2014 de hatine bi cîhkirin. Ev yek bibû sedema êş û nehametiya Iraq û navçeyê.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button