Break newsNûçeslide

Serokatiya Herêma Kurdistanê red dike: Serok Barzanî ti nameyeke gefê ji Ebadî re birê nekiriye

Yekîtî Media 2/8/2017

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, pêwendiya di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gelekî baş dostanî ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê red kir jî, Serok Barzanî ti nameyeke gefê ji Ebadî re birê kiribe.

Deqa daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye:

Li hejmarek medya û ragihandinan nûçeyeke nerast belav bûye, ku qaşo birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî bi gef himbêz ji bo birêz Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê re şandiye.

Li vir da bi hemû aliyek radigihînin, ku ev nûçe hîç bingeheke xwe nîne û peywendiya di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê gelek baş û dostaneye û hemû demekê hewldane li niha û paşarojê jî da her kêşeyek hebê, bi diyalog û hevdû têgihîştin û danustandinê bê çareser kirin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

02.08.2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button