Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serok Mam Celal vedegere welat

Serokkomarê Êraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê serok Mam Celal vedigere Kurdistanê.

Sibê roja şemî 19-7-2019-serok Mam Celal bi tenduristiyeke baş ve, piştî bêhtir ji salekê dermankirina tenduristiyê, ji welatê Almanyayê vedigere axa welat.

Nûsîngeha serokkkomariya Êraqê di beyannameyeke xwe ya îro de,18-7-2014`an ragihand ku ji ber başbûna rewşa tenduristiya serokkomar rêzdar serok Mam Celal, sibê roja şemiyê bi tenduristiyeke baştir vedigere bio axa welat û ji ber vê yekê em germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya welatiyên Kurdistan û Êraqê dikin.

Di wê beyannameyê de, ku wêneyek ji PUKmedia`yê re hatiye de tê gotin ku di peywendiyekî digel cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî de ku ew nûçeya vegera serok Mam Celal piştrast kiriye û ji ber wê jî pîrozbahî li tevahiya heval û dost û aslîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û welatiyên Êraq û Kurdistanê kir.

PUKmedia-Taybet

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button